Hevserokê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Mîthat Sancar dîyar kir ku komîsyona hiqûqê ya partîyê bo doza girtinê serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn daye.
Sîncar got ku ji di serlêdanê de hatiye xwestin ku biryara ser doza girtinê piştî hilbijartinan were dayîn.
Wî dîyar kir ku ev doz sîyasî ye ku dixwazin ser sîyaseta demokratîk guvaştinan çêkin.
Dadgeha Qanûna Bingehîn di 5’ê Çileyê de ser daxwaza Serdozger Bekîr Şahin, ku xwestibû ku alîkarîya xezîneyê ya bo HDP’ê were qut kirin, kom bûbû.
Wê dadgehê li ser daxwaza Şahîn, bi 8 dengên li hember 7 dengan bi awayekî demkî bloke danîbû ser hesabên alîkarîya xezîneyê ya HDP’ê.
Ji HDP’ê hatibû xwestin ku heta mehekê berevanîya xwe bike.
Jêder: Rojnameya Yenî Yaşam