Cîgira Serokê Koma Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş îro Pêncşemê li Qereyazi ya Erziromê qeza kir.
HDP’ê ragihand ku hişên Beştaş li serî ne û ti metirsîya jîyana li ser wê tune.
Beştaş û ajovanê wê Mehmet Vefa bo dermankirinê derbazî Nexweşxaneya Dewletê ya Qereyazî bûn.
Meral Daniş Beştaş bo hilbijartinên 14’ê Gulanê berbijara parlamanterîyê ya Partîya Çep ya Kesk e.
Jêder: HDP