Piştî bihevçûnan dinavbera endamên AKP û HDP yên parlamenê Tirliye de, biryara helgirtîna mafê destnedayinê liser hijmareka endemên HDPê hat dayin.
Endamên partîya aligira Kurdan HDP dibêjîn, biryara komîta parlamenê dijî oposizyonêye, ew jibo lawazkirina dijberên hikumetê hatiye biryardan.
Di hevpeyvînekê de, ligel pişka Kurdî ya Dengê Amerîka, Bayram Bozyel, cêgirê serokê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) dibêje, ev biryare wê jibo demek kurt xizmeta AKPê bike lê jibo demek dirêj xizmeta Tirkiye nake.
Herweha birêz Bozyel got, divê PKK û aliyên siyasî yên Kurdan liser pêşvebirna aştîyê dewam bikin.
Temamiya gotinên birêz Bozyel di hevpeyvînê de bibihîze