Di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de, nivîskar û mamosteyê zimanê Kurdî Haydar Diljen derbarê programa bi zimanê Kurdî ya nû ya "telefonên baqil" dipeyîve.
Birêz Diljen ku di heman demê de rêvebirê malpera www.dibistanakurdi.com e dibêje, wan xwest ku teknolojîya pêşketî bêxin xîzmeta zimanê Kurdî û loma jî bernameya yekê ya bi zimanê Kurdî afirandîye.
Haydar Diljen dibêje, application (app)a bi navê “ABC Kurdî” ji du lîstikên deng û tîpên Kurdî pêk tê. Zarokên ji 2 salî û mezintir dê bi alîkarîya lîstikan hînî dengên Kurdî bibin.
Kerem kin bi lînka “guhdarîkirin”a jorîn guhdarîya vê hevpeyvînê bikin.