Roja 23ê vê mehê, Kurdên Sûrîyê li ser torên medyaya civakî kampeynek ji bo sepandina qedexeya firîna esmanî li ser herêmên bakurê rojhilatê Sûriyê, dest pê kirin.
Welatî û çalakvanên ku beşdarî kampeynê bûn daxwaz kirin ku esmanê wan li pêş balafirên Tirkiyê bihê girtin.
Ev kampeyn di demekê de ye ku êrîşên Tirkiyê li ser deverê berdewam in û sivîl dibin qurbanî.
Di kampenê de welatî, rewşenbîr, siyasetmedar û berpirsên Rêveberiya Xweser, hashtaga “#NoFlyZone4Rojava” li ser torên medyayî, parve kirin.
Zinar Ehmed xortek beşdarî kampeynê bûye, dibêje, ew dixwazin dengê xwe bigihînin hemû cîhanê da ku êrîşên Tirkiyê li ser deverê rawestînin.
Bi hezaran bikarhînerên torên medyaya civakî tevlî kompaniyê bûn, û bang li civaka navdewletî kirin ku esmanê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li pêş firîna balafir û dronanan bigirin.
Welatiyê bi navê Ehmed Dawûd dibêje ku ji ber êrîşên Tirkiyê xelkên sivîl dibin qurbanî, lewma pêwîst e rê li ber firîna balafirên Tirkiyê li ser esamnê deverê bê girtin.
Di heyama çend demjimêran de, haştaga (#) NoFlyZone4Rojava bi awayekî berfireh li nava torên medyayî belav bû, Ebdilqadir Ibrahîm yek ji bikarhênerên medyaya civakî ye, dibêje ku pêwîst e her kes vê haştagê parve bike da ku fişarek li civaka navdewletê bihê kirin û bi erkê xwe beramberî van êrîşan rabin.
Li aliyekî din, çalakvan û rewşenbîrên herêmê nîşan didin ku ev haştag karvedanek yasayî ya gelê herêmê ye, çalakvan Newroz Baravî, ji Dengê Amerîka re, dibêje ku êrşên Tirkiyê di nava çend salên dawî de hiştiye ku gelê herêmê têkeve di metirsiyeke mezin de, lewma niha ew bi rêya haştagê nameyekê radigihînin ku dixwazin li navçeyên xwe bi aramî jiyan bikin.
Tê zanîn ku ev kampeyn di demekê de ye ku êrîşên Tirkiyê li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê zêde bûne û di encama êrîşan de welatiyan sivîl û şervanên hêzên leşkerî dibin qurbanî.
Heya dema amadekirina vê raporê jî, hêzên artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyonê gundewarên navçeya Tiltemirê bi tundî topbaran dikin, li gorî nûçeyên dawî, di encama topbaranê de, welatiyekî sivîl jiyana xwe ji dest daye û 4 sivîl jî birîndar bûne.
Hêjayî gotinê ye ku bi belavbûna haştagê re, Wêneyên fermandarên HSD û YPJ'ê Jiyan Tolhildan, Roj Xabûr û Barîn Botan yên ku di êrişa droneke Tirkiye de li ser rêya Qamişlo-Tirbespiyê jiyana xwe ji dest dabûn, hatin parvekirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku di 16'ê Tîrmehê de partî û hêzên siyasî bi daxuyaniyekê kampenya haştaga #NoFlyZone4Rojava ragihandin, armanc ji vê kampeynê qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûryê li ber balafirên Tirkiyê bihên girtin.