Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Harris li Dor Rewşa Tenduristiya Xwe Raporta Pizîşkî Diweşîne...Lê Trump Red Dike


Cêgira Serok û Berbijara Komariyan Kamala Harris Serokê Berê û Berbijarê Komariyan Donald Trump
Cêgira Serok û Berbijara Komariyan Kamala Harris Serokê Berê û Berbijarê Komariyan Donald Trump

Cîgira Serokê Amerîka û berbijara Demokratan ya serokatiyê, Kamla Harris, roja Şemiyê nameya ku ji doktorê xwe girtî weşand, ku tê de rewşa wê baş tê nirxandin û dibêje ku ew dikare posta bilind bigire.

Raporta ser tenduristiya Harris balê dikişîne ser hewlesta hevrikê wê Donald Trump ku red dike raporteke weha ji raya giştî re eşkere bike.

Dixtorê Harris, Joshua Simmons, di ragihandinekê de ku ji hêla Qesra Spî ve hatî belavkirin de got ku fehsa bedena Harris ya herî dawî di meha Nîsanê de encamên "normal" hene û destnîşan kir ku ew xwedan şêwazek jiyanek çalak e û zêdebarî ku gelek meşxûle lê plana "xwarinek pir tendurist" heye.

Simmons lê zêde kir ku fehsa alerjiyên demsalî û hestiyariya çerim yên Harris hatine kirin û raport dibêje ku ew cixareyê nakêşe û kêm û bi nermî alkolê vedixwe.

Raport Dixtor dibêje, "Harris xwedî şiyana laşî û mejî ya çalake û dikare erkên serokatiyê bi başî bi cih bîne, di nav de wezîfeya Fermandariya Giştî."

Harris ya (59 salî) ku hember Trump yê (78 salî) bo serokatiya Amerîka di hilbijartinên 5ê Mijdarê de hevrikiyê dike.

Alîkarek Harris got ku raporta dixtorî ya li dor tenduristiya Harris ku îro Şemiyê hat weşandin roniyê dixe ser red kirina Trump ku tiştek weha bike.

Helmeta Harris dixwaze balê bikişîne ser temenê serokê berê Donald Trump ku yê berbijarê herî bi temene piştî ku Serok Joe Biden yê (81 salî) dev ji berbijariyê berda piştî performansa nebaş di dêbêta li dijî Trump de.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG