Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Harris, Trump ji Destpêka Debata Serokatiyê Ketin di Nava Cedelê de


Kamala Harris û Trump destê hev du dihejînin berî gotûbêj destpê bike
Kamala Harris û Trump destê hev du dihejînin berî gotûbêj destpê bike

Cîgira Serokê Amerîka û Berbijara Demokratan Kamala Harris û Serokê berê yê Amerîka û Berbijarê Komariyan Donald Trump, heta dema debata şeva Sêşemê qet lihev necviya bûn, lê demûdest ketin di nava hevrikîyê û rû bi rû bûnek girîng de dema ku hilbijartinên niştîmanî yên di 5ê Mijdarê de nêzîk dibin.

Herdu berbijêran di destpêka debatê de destên hev hejandin, li ciyên xwe yên li pişt standa ku li sehneya li avahiyê Navenda Destûra Bingehîn a Neteweyî ya li Philadelphia girtin û piştre dest bi hevrikiyê kirin.

Wan li ser aboriya Amerîka, mafên kurtajê ji bo jinên Amerîkî, koçberiya li ser sînorê Amerîka yê Meksîkayê re, şerê Îsraîlî li dijî mîlîtanên Hamasê li Gaza, dagirkirina Rûsya ya Ukrayna, û serdagitina 6ê Çil'e 2021'ê ya avahiya Kongreyê Amerîkî, piştî ku Kongresê piştraskir ku Trump di hilbijartinên 2020 de winda kirîye.

Kamala Harris bal kişand ser hilbijartinên 2020an ku Trump li hember Serok Joe Biden têk çû û wiha got "Donald Trump ji aliyê 81 milyon kesî ve hat red kirin. Rewşek pir zehmet li pêşiya wî ye ku bikare çareser bike."

Paşî Trump got ku wî di hilbijartinê de "bi rêjeyek kêm" winda kir, lê di debata Sêşemê de red kir ku rewabûna encamên sala 2020'an qebûl bike.

Herdu berbijar nêzîkî hev rawestiya bûn, pir caran jibo ecêb mayîna li hember şiroveyên hev du serê xwe di hejand, carna Harris bi dengek hinekî bilind bi şiroveyên Trump di keniya. Pêşkêşvanên ABC News David Muir û Linsey Davis hewl dan şiroveyên berbijêran li gor demê veqetandî kontrol bikin, lê carinan bi ser nediketin.

Bi 10'an mîlyonan Amerîkî li gotûbêjê (debate)ê temaşe dikirin ku yekane debata kempeyna hilbijartinê be. Bûyer heşt hefte beriya roja Hilbijartinê ya fermî pêk tê, lê tenê çend roj beriya ku dengdana pêşwext li hin wîlayetên ji 50 wîlayetên welêt dest pê bike ye.

Li ser sehneya debatê pîvanên wek hev bo Harris û Trump hatbûn veqetandin, weke heman pîvanên dema debata Biden û Trump ya meha Hezîrana borî bû, ku Biden di wê debatê de têkçû, ku neçar ma mehek şûnda wî hişt ku dawî li hewildana xwe ya hilbijartinê bîne ji ber ku ew di pirraniya rapirsiyên niştîmanî de li pişt Trump mabû.


Rapora Têkildar ji Anita Powell :

Rapirsiyên niştîmanî nîşan didin ku herdu berbijêr di hevrikiyê de di nêzîk in, lê dimîne kanê kî ji berbijêran dê bikare baştir kar bike û hejmareke piçûk ya dengdêrên ku hêjî biryara xwe nedane qayîl bikin ku deng bidin wan. Li bendemayînê ye ka dê Trump veger Qesra Spî piştî ku di sala 2020an li hember biden têkçû yan jî bijardeya Joe Biden Kamala Harris dê bilind bibe û bigihîje Qesra Spî?

Demokrat bi şêweke lezgîn civyan piştî ku Biden di gotûbêja (Debate) meha Hezîranê de li hember Trump têkçû û Tîrmehê wî biryara xwe vekişandinê da û Cîgira xwe Kamala Harris weke bijarde ya berbijariyê pêşniyar kir.

Dema ku Biden kempeyna xwe bidawî kirî li paş Trunmp bû, lê Harris di gelek anketên niştîmanî de ji sedî 2 an 3 puanan kete pêş Trump.

Anketek New York Times-Siena College ku Yekşemê hate weşandin nîşan da ku Trump bi 48-47% li ser astê niştîmanî li pêşe, her çend rojnameyê di pir anketan navend de Harris li sê eyaletên biryarder li: Wisconsin, Michigan û Pennsylvania li pêş nîşan dida. Û herdu berbijêr li 4 wîlayetên biryarder li: Arizona, Georgia, Nevada û Karolînaya Bakur wek hev nîşan didan.

Tê çaverê krin ku heft wîlayetên biryarder di encama hilbijartinê de rolek mezin bilîzin ji ber ku li Amerîka serok û cîgir bi dengên gel yên giştî nayên hilbijartin.

Ankêta nû ya Times-Siena de hat zelal kirin ku 28% ji dengderên beşdarî ankêtê bûne dixwazin Harris zêdetir xwe bide nasîn, di heman demê de tenê 9% heman tişt di derbarê Trump de gotin.

Aaron Kall rahênerê debate (gotûbêjan) yê Zanîngeha Michigan gote Dengê Amerîka: "Şeva Sêşemê yek ji gotûbêjên serokatiyê yên herî pêşbînîkirî û encamgir yên bê hempa bû. Trump danûstandvanek serokatiyê xwedî tecrube û dîrokek e ku li ser sehnê li dijî dijberên xwe gotinên nakokbar dike, ku dikare ji balkişandina girîngtir a li ser mijarên polîtîkaya bingehîn dûr bixe."

Wî got "Harris hêjî nûye Tîrmehê kete di pêşbirkê de, hîn jî ji hêla dengdêr û kempeyna Trump ve kesayetiya wê tê destnîşankirin. Divê ew nîşan bide ku ew dikare dozê li dijî serdema yekem a serokatiyê ya Trump û kiryarên vê dawiyê veke, "wî got. "Trump bi taybetî dijberek bi bandor e û heke li ser sehnê xwe bi neheqî hîs bike, dikare stratejiya têkbirina gotûbêjê bikar bîne."

Kall dîsan got "Divê her du berbijar li ser biyografiyên xwe yên berbiçav û şarezayîyên bêhempa yên ku wan bi taybetî jêhatî nîşan dide jibo çar salên rêvebirina desthilatdariyê derxin pêş."

Wî got ku her du berbijêr "divê tiştek weha bikin ku dengderan dil rihet bikin ku ew dikarin bo 4 salên pêş me bibin serok û bi rêkûpêk bixebitin."

Harris ji bo debatê li otêlek Pittsburgh a li wîlayeta girîng a biryarder Pennsylvania di gotûbêjek şeklî de dihat amade û rahênan kirin. Bi kesek ku mîna Trump gotûbêj dikir, hin pisporan pirsên taybet ji wê dikirin.

Lê Trump bi alîkarê xwe re beşdarî danûstendinên siyasetê bû, wî gotûbêjên şeklî nekirin.

Trump û Harris dikevin di nava hevrikiyê de.

Trump hefteya borî ji şîrovekarê Fox Newsê Sean Hannity re gotibû ku wî hişt ku Biden di debate a wan a Hezîranê de biaxive û wiha got, "Ez ê bihêlim ku ew biaxive. Hin kes hene ku dibêjin Biden ji wê jîrtir e. Ger wisa be, me pirsgirêkek heye.” Trump gelek caran heqaret li aqilê Harris kiribû û gotibû ku "Ew nizane ka ew çi dike."

Wî got "Binêrin, ew jinek metirsîdar e. Xwe nexe di metirsiyê de. Te ti bijardek dî nîne. Heta ku eger tu hez ji min jî nekî divê tu deng bidî min."

Harris Henek bi Trump Kirin

Di Kongreya Niştîmanî ya Demokratan ya meha borî de, dema ku wê berbijariya serokatiyê ya partiyê qebûl kir, Harris got, "Di gelek waran de, Donald Trump merivek necidî ye." Harris lê zêde kir û got, "Lê ger ku Donald Trump veger Qesra Spî dê encam pirr metirsîdar bin."

Dadgeha Bilind a Amerîka vê dawiyê biryar da ku parêzbendîya Trump û hemî serokên Amerîka di paşerojê de ji darizandina xeletî di dema wezîfeyê de ji ber kiryarên ku bi erkên wan ên fermî ve girêdayî ne di parastîne. Harris got jiber wê biryarê heke Trump dîsa serokatiyê bi dest bixe, dê pirsgirêk derkeve.

Harris got, "Tenê bifikire ku Donald Trump bê rêgirî, û ku çawa ev hêza mezin ya serokatiya Amerîka bikar bîne. Ne ji bo baştirkirina jiyana we, ne ji bo bihêzkirina ewlehiya me ya neteweyî, lê tenê ji bo xwe bo nefsa xwe dê bike."

Trump, yê 78 salî, carinan di kempeynê de dixuya ku li hember Biden, yê 81 salî sernekeve. Trump hîna li hember Harris, ya 59 salî planeke dagirtî ya êrîş kirina ser Harris'ê tune ye , her çend di şeva debatê de wî êrîşî Harris kir li ser her pirsek ku ji hêla pêşkeşkarên ABC News ve hatî kirin.

Ger were hilbijartin, ewê Harris bibe yekem jin û yekem kesa bi eslê xwe Asyaya Başûr ku wek seroka Amerîka, û piştî Barack Obama dê bibe kesa duyan ya reş ku serokatiya Amerîka bike.

Dema ku yê din diaxivî mîkrofonên Trump û Harris dihatin qutkirin û destûr nehat dayîn ku pirsan ji hev bikin.

Lê vê yekê nehişt ku ew dev ji hevdu berdin. temaşevan jî li ciyê gotûbêjê di amade nebûn.

Ew ji bo Harris yekem nîqaşa serokatiyê ye. Ji bo Trump, ji sala 2016-an vir ve ew heftemîn e di nav sê dewreyên hilbijartina serokatiyê de.

Jêder: VOA

XS
SM
MD
LG