Cîgira Serokê Amerîkî Kamala Harris, berbijara Demokrat ya hilbijartinên seroktîyê, û hevrikê wê yê Komarî, Serokê berê Donald Trump, roja Pêncşemê lihev kir ku gotûbêjeke televizyonî 10’ê Îlonê ser kanala ABC News bikin.
Televizyona NBC News jî gotûbêjeke duyê ligel herdu kempeynan gotûbêj dike.
Herwiha, di dema konferanseke rojnamevanî de Trump got ku televizyona CBS News jî qebûl kiriye ku mêvandarîya gotûbêjekê di navbera herdu berbijarên cîgirên serok JD Vance û Tim Walz de bike.
Trump herwiha dîyar kir ku wî gotûbêjek di 4’ê Îlonê de ser televizyona Fox News qebûl kiriye, lê kempeyna Harris ev yek qebûl nekiriye. Gelek rojnamevanên Fox News piştgirîya Trump dikin.
Tê çaverêkirin ku rûbirûbûna Trump û Harris yek ji kêlîkên herî girîng yên kempeynên hilbijartinên 5'ê Mijdarê be. Çaverê ye ku bi milyonan dengder li wê gotûbêjê temaşe bikin.
Anket nîşan didin ku rêjeya piştgirîya jibo Trump û Harris hema hema wekhev e, tevî ku Harris hinekî li pêş e.