Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hamas: Aramîya Heremê Girêdayî Kiryarên Îsraîlê yên Li Gaza û Qudsê Ye


Karbidestê payebilind yê Hamasê Xelîl el-Heya îro Duşemê piştî hevdîtina bi serokê îstixbarata Misrê Abbas Kamel re, di derbarê danûstandinên di navbera Îsraîl û Hamasê de axifî .

"Ger Îsraîl dixwaze ku piştî şerê 11 rojî yê vê mehê aramî pêk were, divê Îsraîl êrîşkarîya xwe ya li Gaza û Qudsê rawestîne," Heya got. .

Serokê îstixbarata Misrê Abbas Kamel, bi armanca xurtkirina agirbesta nefermî ya ku Qahîreyê navbeynkarî kir, bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re civîya.

Kamel piştî re jibo hevdîtinên bi Hamasê re, îro serdana Gazayê dike.

Abbas Kamel, ku piştî hevdîtina bi Serokwezîrê Israelisraîlê Benjamin Netanyahu re sefera ku ji bo agirbesteke nefermî ya ku ji hêla Qahîreyê ve hatî navbeynkarîkirin re hevdîtin kir, çû Gaza.

Kamel, ku heya daxuyanîyên giştî nedaye, karbidestê Ereb yê herî payebilind e ku ji 2018'an vir ve cara yekê serdana Gaza dike.

Ew, bi Yehîyeh Sînwar re, rêberê herî payebilind yê Hamasê yê li Gaze civîya.

Şerê ku di 21'ê Gulanê de bi agirbestê hate rawestandin, jiber xwepêşandanên bi hefteyan û pevçûnên li Orşelîmê yên bo kontrolkirina polîsên Îsraîlê ya qadekî pîroz û herwiha bi sedema hewlên hin komên Îsraîlî ku dixwestin ku malbatên Fîlîstînî ji taxa Şêx Jerrah derxînin, destpê kiribû.

Di encama şer de, zêdeyî 250 kes hatin kuştin, ku piranîya wan Filîstînîyên li Gaza ku ji hêla Hamasê ve, tê rêvebirin dijîyan bûn.

Agirbesta ku bi navbeynkarîya Misrê pêk hat, şer bi demkî rawestand lê, ti mijarên bingehîn yên pirsgirêka navbera Îsraîll û Fîlîstînê çareser nekir.

Îsraîll û Hamasê ji 2008'an vir ve, çar caran şer kirine.

XS
SM
MD
LG