Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nikki Haley Dawî li Kempeyna Berbijarîyê Anî


Balyoza berê ya Amerîka li Netewên Yekbûyî û walîya berê ya eyaleta South Carolina Nikki Haley ragihand ku wê kempeyna xwe ya jibo berbijarîya Partîya Komarî bi dawî anî.

Haley, ku di kêbirkeya namzetîya Partîya Komarî de hevrika dawî ya serokê berê Donald Trump bû, piştî encamên pêşhilbijartinên Sêşema Mezin (Super Tuesday) ew biryar da.

Haley di axaftina xwe ya kurt de Trump wek kandîdê Komarî pîroz kir, lê piştgirîya xwe wî re dîyar nekir. Wê got ku divê Trump dengên kesên ku li ser wî bi şik in, qezenc bike.

"Ez wek keseke konservatîf tim piştgirî didin berbijarên partîya xwe û ezê ji îro pêve jî wek hemwelatîyeke serbixwe dengê xwe bilind bikim."

Haley di hilbijartinên Sêşemê de tenê li eyaleta Vermont bi ser ketîbû û hevrikê wê Trump 14 pêşbazîyên din qezenc kiribûn.

Haley di dîroka Partîya Komarî de jina yekê ye ku di pêşhilbijartineke dîyarkirina berbijarîya partîyê de serketinek bi dest xistiye.

Lê, xebata wê ya jibo misogerkirina namzetîyê, piştî têkçûna wê ya mezin ya eyaleta xwe South Carolina zarareke mezin dîtibû û bangên vekişînê ji pêşbazîya berbijarîya seroktîyê zêde bûbûn.

XS
SM
MD
LG