Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HAK-PAR li 81 Bajarên Tirkîyê Beşdarî Hilbijartinên Bajarvanîyê Dibe


Partîya Maf û Azadîyan (HAK-PAR) li 81 bajaran û li gelek bajarokan beşdarî hilbijartinên şaredarîyê dibe.

HAK-PAR îro li Enqerê preskonferanseke çêkir û namzedên xwe dan nasin.

Di civînê de Cîgirê Serokê Giştî yê HAK-PAR’ê Mustafa Aytaş ragihand ku ew bi îtifaqeke di bin navê HAK-PAR’ê de beşdarî hilbijartinê dibin.

“Armanca me ew e ku di nav Kurdan de bikaribin yektîyeke çêkin û pirsgirêka Kurd di her warî de bînin rojevê. Em wek HAK-PAR ji Kurda re federasyonê dixwazin. Di vê hilbijartinê de jî emê li kolan û bajarên Tirkîyê û Kurdistanê van daxwazên xwe bînin ziman.”

HAK-PAR di sala 2002’yan de hatîye damezirandin û ev 22 sal in ku di nav sîyaseta Kurd de cî digire.

HAK-PAR, piştî Partîya Wekhevî û Demokrasîyê ya Gelan (DEM Partî) wek partîya herî xurt tê dîtin û wê mafê beşdarbûna hilbijartinê bi dest xistîye.

Di vê hilbijartinê de HAK-PAR bi Hereketa Azadî û Partîya Demokrat ya Kurd (PDK-Kurd) beşdarî hilbijartinên şaredarîyê dibe.

Cîgirê Serokê Giştî yê HAK-PAR’ê Mustafa Aytaş da zanîn ku ew dixwast ku bi hevpeymanîya Kurdistanî ya berfireh beşdarî hilbijartinê bibin, lê hin partîyên Kurdistanî xwe ji wê yekê dûr xistin.

“Em wek HAK-PAR girîngîya mezin didin yektîya Kurdan û statûya Kurdan. Loma jî em dibêjin federasyon. Dema gelê Kurd diçe ser sindoqê dive vê yekê bîne bîra xwe û li gor vî dengê xwe bide. Bila gelê Kurd bizanibe ku armanca HAK-PAR’ê azadîya Kurdan e.”

Namzedê HAK-PAR’ê yê Bajarê Mezin yê Enqerê Fazli Taşkan jî got ku ew girîngîya herî mezin didin wekhevîya Kurd, Tirk, Laz û hemû netewên Tirkîyê.

“Li Tirkîyê di nav şaredarîyan de jî Kurd û gelek netewên din rastî cûdatîyan tên. Ez li vir bangî Laz, Çerkez û netewên din dikim; werin dengê xwe bidin HAK-PAR’ê em bi hevre li hemberî van cûdatîya têbikoşin,” Taşkan got.

Partîya herî mezin ya Kurdan DEM Partî jî ragihand ku ewê di 18 Şibatê de li Enqerê bi civîneke berfireh hemî berbijarên xwe yên bajarvanîyan bide nasandin.

ED_12_02_2024_HAKPAR_Namzed_Enqere
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:47 0:00
XS
SM
MD
LG