Li Tirkîye ku piştî hewla darbeya leşkerî bi rewşa awarte tê rêvebirin, azadîya ragihandinê gelek hatiye sînor kirin.
Di hewila dawî ya tepeserkirina rojnamegerîyê de, hikûmeta Tirkîyê malpera Wikipedia û çend programên televîzyonê qedexe kirin.
Serokê Cemîyeta Rojnamevanên Azad (OGC) Haqî Boltan rewşa rojnamegerî li Tirkîyê û herêmên Kurdan dinirxîne û bal dikşîne ku rewş li gor salên berê xirabtir bûye.