Hîndistanê ragihand ku di 24 seatên dawî de 60,963 pêketinên nû yên vîrusa korona hatine tomar kirin û hejmara giştî ya tûşbûyan jî giheşt 2.3 mîlyon kesan.
Hîndistanê herwiha ragihand ku îro Çarşemê 834 mirinên nû yên ji korona çêbûne.
Di warê hejmara giştî ya pêketinên korona de, Hîndistan li paş Amerîka û Brezîlya di rêza sêyan de ye, lê di rêjeya mirinên de di rêza pêncan de ye.