Ajansa nûçeyan ya Yonhap îro Pêncşemê ragihand ku di şewateke otelekê de 6 kes li Koreya Başûr hatine kuştin, 11 kesên din jî birîndar bûn.
Yonhap ji zarê karbidestên agirvemirandinê yên istana Gyeonggi ragihand ku şewat di qata 8an ya oteleke 9 qatî ya bajarê Bucheon de derket û 46 qamyonên vemirandinê û 150 agirkuj çûn cîhê bûyerê.
Yonhap ji zarê karbidestên xwecîhî dîyar kir ku hejmara kuştî û birîndaran dikare pirtir be, jiber ku agir hîn bi tevahî nehatiye damirandin.
Jêder: Reuters