Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres bang li Rûsya, Îran, Tirkîyê û hemî alîyên ku di kêşeya Sûrîyê de cîh digirin dike ku sîvîlên li Îdlibê biparêzin û rê li ber deryayeke xwînê bigirin.
Guterres got ku şerekî berfireh li Îdlibê wê bibe sedema malwêranîyên mezin yên mirovahî ku heta niha li Sûrîyê nehatiye dîtin.
“Ez fem dikim ku rewşa heyî li Îdlibê nikare wiha bidome û nabe ku çav li hebûna terorîstan ya li wê herêmê were girtin.”
Guterres dîyar kir ku divê Rûsya, Îran, Tirkîyê jibo parastina sîvîlan hemî hewildanan pêk bînin.
Hêjayî balkişandinê ye ku di nav bîragiştî de tirs heye ku hikûmeta Sûrî, bi piştgirîya Rûsya û Îranê hazirîya operasyoneke mezin li ser Îdlibê bike.
Dema hêzên Sûrî êrîşên bejeyî didomînin, firokên Rûsî êrîşên esmanî dibin ser Îdlibê.
Tirkîye dijberîya operasyona Îdlibê dike jiber ku bi tirs e ku bi sed hezaran kes birevin nav axa Tirkîyê.