Neteweyên Yekbûyî îro Duşemê ragihand ku konvoya yekê ya alîkarî giheşt Gutaya rojhilat ya Sûrîyê, ku ji demeke dirêj vir ve, di bin dorpêçê de ye.
Karbidestekî bilind yê Neteweyên Yekbûyî ji Reiutersê re ragihand ku ew ne razî ne ku destûr ji gîhandina dermanan re nehatiye dayîn û tevî agirbestê, dengên hawanan li nêzî derbazgeha Gutaya rojhilat dihatin bihîstin.
“Divê garantî ji me re were dayîn ku, di bin mercên baş de emê bikaribin alîkarîya mirovahî bigehînin,” karmendê Rêxistina Saxlemîya Chanî (WHO) Alî el-Zatari ji Reuterse re got.
Wî da zanîn ku karbidestên hikûmetê piranîya dermanan û alavên saxlemî yên wek paqijkera gurçikan, însulîn ji maşîneyên NY derxistin û nehiştin ku bigehijin devera ku 400,000 les lê dijî.
Zatarî bal kişand ku armanca wna ya pêşn ew bû ku xwarinên jibo 70,000 kesan bînin, lê dû re ew neçar man ku tenê bo 27,500 alîkarî bûnin.
Neteweyên Yekbûyî dîyar kir ku Sûrîye qayil bûye rê bide karwanên din ku di nav sê rojan de xwarina jibo tevahîya 70,000 kesan bigehîne Gutaya rojhilat.