Parlamana Gurcistanê îro Sêşemê pêşzagona bi navê ‘Qanûna Nûnerên Bîyanî’ bi 84 dengên erê, beramber 30 dengên na qebûl kir, ku ji mêjve dibû sedema nerazîbûnan.
Li gor pêşnîyara nû rêxistinên sivîl û dezgehên medya yên serbixwe ku pirtir ji % 20 diravên xwe ji çavkanîyên bîyanî distînin, divê xwe bi fermî wek rêxistinên ku "berjewendîyên hêzên bîyanî dimeşînin" tomar bikin.
Rexnegir dibêjin ku ev pêşzagona ku ew mîna "qanûna Rûsî" bi nav dikin, gefên mezin li ser azadîyên sivîl çêdikin.
Li paytext Tiblîsê çend hefte ne ku bi hezaran kes jibo protestokirina wê qanûnê li nêzî parlamana wê welatî xwepêşandanên xwe didomînin.
Zaza Keleşov, serokê Komela Ronahî ya civata Kurdan ji Dengê Amerîka re got ku ew qanûn ne di berjewendîya civatên biçûk yên wek Kurdan e.
"Dewlet alîkarîê nade gelên biçûk yên wekî me. Loma jî me carna bi xêra piştgirîya sazîyên navnetewî hin projeyên biçûk bona civata xwe dikirin. Niha bi vê qanûna nû rê li ber alîkarîyên wusa tên girtin."
Piştî ku pêşzagon bi dengên Partîya Xewna Gurcistanê ya Serokwezîr Irakli Kobakhidze hate pejirandin, divê ew ji alîyê Seroka Gurcistanê Salome Zourabichvil ve were îmza kirin ku bibe qanûn.
Lê, Kobakhidze, ku wek rikebera Kobakhidze tê zanîn, ji bîragiştî re gotibû ku ewê pêşzagonê veto bike.
Endamê berê ya parlamana Gurcistanê, Mamê Raikî ku berê li ser navê Kurdan hatibû hilbijartin, dibêje ku
"Ger dewlet dixwaze fem bike çiqas pere tê nava welêt, dikarîbû bi rêyeke din, bi cureke din bikira, ne bi wî awayî, wekî ku Rûsya kiriye. Loma bi hezaran kes derketine meydanan."
Hêjayî bîrxistinê ye ku Seroka Komîsyona Ewrupa Ursula von der Leyen li ser platforma X gotibû ku Gurcistan niha li ber xaçerêyeke girîng e û divê ji rêya ber bi Ewrupa ve dernekeve.