Endama PEN’a navnetewî, nivîskara Kurd Gulgeş Deryaspî, ku di 25’ê Tîrmehê de li Bedlîsê hatibû desteser kirin, hate girtin.
Di 25’ê Tîrmehê de ji alîyê Dozgerîya Bedlîsê ve li Bedlîsê û Tetwan û Guroymakê lêpirsîn hatibû destpê kirin û tevî Deryapspî 9 kes hatibûn desteser kirin.
Deryaspî û kesên din piştî pênc rojan derketin pêş dadgehê û ew bi îdîaya “endamtîya rêxistina terorê” hate girtin û 8 kesên din hatin berdan.
Parêzerê Deryaspî Mîmar Unal got ku ewê îtîrazê li biryarê bikin.
“Ew bi neheqî hate girtin jiber ku bo girtina wê ti delîlên hiqûqî tunene. Emê jibo ev biryar were betal kirin, îtîraz bikin”
Hêjayî gotinêye ku Deryaspî bi berhema xwe ya bi navê “Tarîya Bi Tav” wek romanivîsa jin ya yekê ya zimanê Kurdî tê pejirandin.
Ew derçûyê Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî ya Zanîngeha Alparslan e û pirtûkên wê yên din yên bi navê Xezal” û “Ez Ne Ez Im” hene.