Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Malbata Guhdar Zêbarî: Em jiber Greva Birçîbûnê ji Saxlemîya Wî Xembar In


Roja Çarşemê biryar hat sitandin ku Guhdar Zêbarî yek ji zindanîyên Doza Badînan, 1ê Cotmehê li dadgeha Ketina Hewlêrê were dadgehkirin, bi tawana hilgirtina çekê neqanûn.

Jiber derengxistina biryara rewanekirina doza wî li dadgehê û mana wî di girtîgeha Asayîşa Giştî ya Hewlêrê de, ev bûye nêzîkî du hefteyan ku Zêbarî dest bi greva biçîbûnê kiriye.

Parêzerên Zêbarî roja Çarşemê hewla dawî dan jibo azadkirina desteber bi kesekî Garentî (bi kefalet), lê daxwaza wan ji alîyê dadgehê ve hate red kirin.

Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, Remezan Artîsî, parêzerê Guhdarî Zêbarî got ku eger ew bi kefalet hatiba azadkirin, heta roja dadgehkirinê dê Guhdar greva xwe ya birçîbûnê rawestandiba.

Zêbarî 22'ê Cotmeha 2020'an hat girtin û bi yasaya kevn ya Îraqê 6 salên cezayê zindanê bi tawana têkbirina ewlekarîya navxweyî lê hate birîn danîn. Fermaneke Serokê Herêmê ya sivikkirina cezayê ew li ber xwe girt, lê du dozên din li ser hatin tomar kirin. Berî ku dema zindandina wî 16'ê Adara 2023'an bidawî bibe, cezayê heft mehên din yên zindankirinê bi tawana “guhertina logoya otomobîlê” lê hate birîn.

Rojekê berî ew heft mehên cezayê wî ya duyê jî bi dawî bên û li şûna ku 16'ê Tebaxa 2023'an were azadkirin, Zêbarî jibo Asayîşa Giştî ya Hewlêrê hat veguhestin. Asayîşa Giştî doza “hilgirtina çekê bê molet” li ser tomar kir.

Roja ku Zêbarî hate girtin, cifteyek nêçîrê (Tapir) di otombîla wî de hatibû desteser kirin. Li 24’ê Tebaxê, dadgehê fermana rewanekirina doza wî ji Asayîşa Giştî ya Hewlêrê bo Dadgeha Ketinê ya Hewlêrê da, lê Asayîşê biryar cîbicî nekir.

Malbata Zêbarî dibêje ku jiber vê nedadmendîya ku li hember Guhdar tê kirin, ev bûye bêtirî du hefteyan wî dest bi girêve birçîbûnê kiriye.

Bavê wî, Mihemed Emîn îro Pêncşemê ji Dengê Amerîka re got ku “roja 16’ê Îlonê dayik û xuşkên Guhdar serdana wî li zindana Asayişê kir û dibêjin rewşa wî ya tendirustî gelek xirab e, lê ew rijd e ku ew greva xwe neşikîne.”

Malbata Guhdar dibêje ew derbarê jiyan û tenduristîya wî heta roja dadgehê xembar in

¨Malbat dilteng in çûnkî Guhdar jiber grevê gelekî bê çare bûye,”bi taybetî jiber ku Asayîşê mafê bikaranîna peywendiyên telefonê ser qut kiriye, Bavê wî da zanîn.

Parêzer Artîsî hêvî dike ku heta roja dadgehê Zêbarî bi selamet be û bi qanûna hilgirtina çekê bê molet were dadgehkirin.

“Tîma parêzeran bi hêvî ne ku dadgeh rola xwe ya qanûnî bilîze û Guhdar Zêbarî li 1 Cotmehê were azad kirin.”

XS
SM
MD
LG