Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Guardian û Independent Piştî Êrîşên Tirkîyê Bal Dikişînîn Ser Kobanê û Têkoşîna Dijî DAIŞ'ê


Şervanên li Kobanê
Şervanên li Kobanê

BBC radigihîne ku rojnameyên Rojavayî cîh didin nûçeyan ku Tirkîyê piştî peqîna li Stenbolê li Sûrîye û Îraqê operasyonan li dar dixe.

New York Timesê ragihand ku Tirkîyê li Îraqê û Sûrîyê êrîş birine ser dijminên xwe yên Kurd û bi dehan kes kuştine.

Wê rojnameyê bal kişand ku ew êrîş hefteyekê li dû peqîna li Stenbolê li dar ketine.

Li gor NYT’ê, Tirkîyê ser peywendîyên Amerîka û Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) nerazîbûna xwe nîşan daye.

Rojnameya Guardian ser operasyonan cîh daye twîteke Berdevikê HSD’ê Ferhad Şamî.

"Kobanê, ew bajarê ku DAIŞ têk biriye, di bin bombeyên firokên dagirker yên Tirkan de maye," Şamî gotiye.

Guardin bi bîr xist ku kontrola Kobanê di sala 2014’an de ketiye destê DAIŞ’ê, lê şervanên Kurd ew bajar di serê sala 2015’an de ji dest wê rêxistinê girtiye.

Rojnameya Independentê jî dide zanîn ku Kobanê di têkoşîna bo têkbirina DAIŞ’ê de cîhekî girîng e.

XS
SM
MD
LG