Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Guardian Dibêje Ew jiber Nijadperestî û Teorîyên Komployê ji Platforma X Vedikişe


Rojnameya Guardian ya Brîtanî îro Çarşemê bi daxuyanîyekê ragihand ku ewê postên xwe êdî li ser X’ê neweşîne.

Di daxuyanîyê de hat gotin ku sedema vekişîna ji X’ê naverokên xirab yên wek teorîyên komployan û nijadperestî ne.

The Guardian ya meyla wê li ser çepgirîyê ye û 10,7 milyon şopînerên wê hene, kompanîya mezin ya medya ya Brîtanî ya pêşî ye ku ji X vedikişe ku Elon Musk di sala 2022’yan de kirîbû.

Rexnegir dibêjin jiber xemsarîya Musk li ser wê platforma ku berê bi navê Twiterê dihat zanîn derew û gotinên nefretê belav dibin.

The Guardianê ji malpera xwe got ku negatîfîya X’ê êdî ji kêrhatinên wê zêdetir e û dîyar kir ku jiber naverokên li ser wê platformê ew berê jî ser vekişînê fikirîye.

Musk ji X’ê bersîv da Guardinê û got ku ‘’Ew bê eleqa ne.’’

Wî, ku dema hilbijartinan piştgirî dabû Serokê hilbijartî yê Amerîka Donald Trump, got ku ew berevanîya azadîya gotinê dike.

Trump, Musk jibo karekî nû erkdar kiriye ku armanc dike karîgerîya hikûmetê zêdetir bike.

Meha borî hin sazîyên xêrxwazî û perwerdehî yên Brîtanî jî ragihandibûn ewê êdî ji X’ê weşanê nekin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG