Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Daxuyaniya Nûnera Amerîka li Neteweyên Yekbûyî li ser Salvegera 'Jîna' Yê


UN Security Council
UN Security Council

Nûnera Amerîkayê li Neteweyên Yekbûyî Linda Thomas Greenfield bi boneya yekemîn salvegera mirina Jîna Emînî daxuyaniyek da û got ku Amerîka li kêleka Jin, Jiyan, Azadiyê radiweste.

Greenfield di daxuyaniyekê de got: "Jiyana Mahsa Emînî bi awayekî trajîk bi dawî bû, lê wêrekiya wê rê li ber tevgereke domdar vekir ku li hember hovîtiyên rejîma Îranê radiweste."

Ji roja mirina Jîna Emînî ve, bi deh hezaran hemwelatiyên asayî yên Îranê bi pêşengiya jinên wêrek bi peyameka sade "Jin, jiyan, azadî," beşdarî xwepêşandan bûn.

Amerîka vê dawiyê siza li ser 29 kes û saziyên Îranî sepand yên ku rola wan di binpêkirin û çewsandina xwepêşandan de hebûn.

Greenfield got, ev ceza piştgiriya me ji gelê Îranê re radixe pêş çavan û ji bo mafên bingehîn yên mirovî, azadiya meşên aştiyane û azadiya derbirînê piştevanî dike.

Wê got, "Ez gelekî nîgeran im li ser raporta Şandeya Lêgerîna Rastiyan li ser zêdebûna givaş û zordariyên li dijî xwepêşanderan û malbatên wan beriya vê salvegerê û bang li Îranê dikim ku bi tevayî hevkariya lêkolînên şandeya rastiyan bike û tawanbarên binpêkirina Mahsa û xwepêşanderan darizîne."

Greenfiled di salvegera yekê ya mirina Mahsa (Jîna) Emînî de twîtek di platforma 'X' de weşand, soza ku Amerîka daye xelkê mafdar yê Îranê dupat kir û got Amerîka jibo piştevaniya xelkê mafdar yê îranê ewê dudil nebe.

Wê got berî salekê rejîma Îranê jiyana Mahsa (Jîna) yê bi şêweke trajîdî bidawî kirbû, lê lehengiya wê û wêrekiya jinên Îranê bûne berxwedana domdar ya li dij rejîma Îranê

Balyoza Amerîkayê li netewên Yekbûyî got, Amerîka dê îsal ligel Kanada, Fransa, Norwêc, Brîtanya û Yekîtiya Ewrupayê piştevaniya biryarnameya NY bike ku balê dikişîne ser xirabiya rewşa mafên mirovan li Îranê û daxwaza dadwerî û darizandinê dike.

"Bi encamdana van tedbîran û karan, em ê li kêleka jin û keçên Îranî azadiyê rawestin. Soza me ya rawestana li gel jin û gelê Îranê di cê de ye û ti carî nayê guhertin." Greenfield got.

XS
SM
MD
LG