Şanderê Taybet yê Wezareta Derve ya Amerîkayê li Bakur û Rojhilata Sûrîyê îro Duşemê li Qamişlo civînek ligel Partîyên Yekîtîya Niştimanî ya Kurd (PYNK) li dar xist.
Li gor agahîyên Dengê Amerîka, şanderê Amerîkî Nicholas Granger ligel PYNK’ê doseyên girêdayî alozîya Sûrîyê, mijara girtina dergehê sînorî yê Sêmalka-Pêşxabûrê û hewlên navbeynkarî yên Amerîkayê hatin gotûbêj kirin.
Derbarê hevdîtina bi nûnerê Amerîkî re, Endamê Desteya Serokatîya PYNK’ê Salih Gedo ji Dengê Amerîka re got ku "Birêz Granger pêgirî li ser helwestên Amerîka yên derbarê rewşa Sûrîyê û hewlên vekirina dergehê Pêşxabûrê kir."
Di heman çarcoveyê de şanderê Amerîkî berî ku li gel PYNK’ê bicive, serdana navenda Desteya Seroktîya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûrîyê (ENKS) kir.
Berpirsê Ofîsa Ragihandina ENKS’ê Hesen Remzî dgot ku wan astengî û kiryarên ku PYD’ê li dijî Endam û alîgirên ENKS’ê dike ji nûnerê Amerîkî re dîyar kirin.
Di 11’ê Gulanê de, rêvebirîya dergehê Sêmalka ji alîyê bakur û rojhilata Sûrîyê ve ragihand ku rêvebirîya dergehê Pêşxabûrê li alîyê Herêma Kurdistana Îraqê ve ew derbarê girtina dergehê sînorî bo demeke nedîyar agahdar kiribû.
Di daxuyanîyekê de ku 13’ê Gulanê belav bû, ku Rêvebirîya Xweser ya Bakur û Rojhilata Sûrîyê bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku dergehê sînorî veke û tevgera çûn û hatinê û mijarên mirovî ji nakokîyên sîyasî dûr bixe. Berî wê bi rojekê, ENKS jî daxuyanîyek da tê de Rêvebirîya Xweser û Partîya Yekîtîya Demokratîk (PYD) bi girtina derîyê Sêmalka-Pêşxabûr tawanbar kir.
Hewlên şanderê Amerîkî ji bo vekirina dergehê sînorî di demekê tê ku nakokîyên alîyên Kurdên Sûrîyê di asteke bilind ne. Çavdêr bawer dikin ku dê ev nakokî berdewam bin, lê di dawî de dê dîplomatê Amerîkî jibo hewla vekirina dergehê sînorî yê ku Herêma Kurdistanê bi Bakur û Rojhilata Sûrîyê ve girêdide bi ser keve.