Internêt û platformên wê bandorek pirr mezin li ser jiyana morvan kirye û roj bi roj guhertinan dike, bi rêka wê êdî cîhan nêzîkî hevdû bûye û sînor hatine rakirin, ji ber vê yekê ew pirr girîng e bo pênasîn û pêwendiyan di nav miletên cuda de. Ji bo kurdan ew derfetek mezin e ku bi asanî çand , huner û zimanê kurdî bê parvekirin.
Endazyarê Niftê Alan Pêwend bi awayekî pispor zaneyariyên internêtê bikar tîne bo pênasîna çanda kurdî û li ser kenala xwe ya Youtube bernamak taybet bi navê "Dûrbîn" pêşkêş dike û roniyê tîne ser ziman, keayet û dîroka kurdî.
Wekî din jî ew xebatên girafîkî dike û bi şêwazekî pispor vê hunerê dixe nav destê şopînerên xwe.
Alan Pêwend Ji bajarê Qamişlo ye û nuha li Hewlêrê dijî.
Xebatên wê bi piranî li ser ( Ziman, Dîrok, Çanada Kurdî ) ne.