Rûniştvanên Girêsipî piştî bilindkirina nirxê nan û şewit ji alîyê encûmana bajêr ya herêmî ya ser bi Tirkîyê ve di rewşeke dijwar ya aborî û mirovahî de dijîn.
Li gor hin çavkanîyan derfetên kar tunene û nan ku pêdivîya serekî ya jîyanê ye, êdî bi lîraya Tirkî tê firotin, herwiha pêdevîyên jîyanê yên mîna ava vexwerinê û elektrîkê û şewit (sotemenî) jî bi zehmetî peyda dibe.
Rûniştvanan herwiha gilî û gazincan jî dikin ku komên çekdar dest datînin ser zevîyan û mosîma wan bi nirxekî erzan dikirin.
Hêjayî gotinê ye ku piştî kontrolkirina Girêsipî ji alîyê Tirkîyê û komîn çekdar yên Sûrî, gelek bûyerên kuştin û talankirinê çêbûn û çend caran jî rûniştvanên bajêr dijî wan kiryaran xwepêşandan li dar xistin.