Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fermandarê YPG'ê Bîlal Rojava: Bi Hezaran Hemwelatî Vedigerin Girê Spî


Rûniştvanên Girê Spî vedigerin malên xwe
Rûniştvanên Girê Spî vedigerin malên xwe

Piştî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û hevalbendên wê bajarê Girê Spî rizgar kir, bi hezaran hemwelatî, tevî îdîayên "qirkirina nîjadî" dest bi vegera cîh û warên xwe dikin.

Yek ji fermandarên YPG'ê li Girê Spî, Bîlal Rojava ji Dengê Amerîka re rewşa bajêr şîrove dike û agahîyên balkêş dide.

"Piştî ku me bajêr azad kir, em niha xebatên paqijkirina mayin û bombeyên DAIŞ'ê didomînin, jiber ew rêxistina dijî mirovahîyê li gelek cîhan mayin çandine."

Rojava dide zanîn ku tenê îro bi hezaran hemwelatî, ji derîyê sînor ya Akçakalê vegerine Girê Spî.

"Em jibo hemî gelên Girê Spî li vê derê ne û armanca me dilxweşîya hemî pêkhatîyan e. Hîn derdorên alîgirên DAIŞ'ê nûçeyên wiha, yek alî belav dikin û bîragiştî dixapînin."

Bîlal_Rojava_Girêspî_RR
please wait

No media source currently available

0:00 0:12:22 0:00

XS
SM
MD
LG