Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Colemêrgê Gundîyek û Kolberek Hatin Kuştin


Di nava 4 rojan de li bajarokê Gevera (Yuksekova) Colemergê, gundîyê bi navê Şeralî Derelî û kolbera jin Mîsleh Kasimî hatin kuştin.

Di 29’ê Cotmehê de li gundê Awyana Nahîyeya Esendere yê, Şeralî Derelî yê 61 salî, tevî hespên xwe hatibû kuştin.

Şeralî Derelî
Şeralî Derelî

Kurê Şeralî, Sultan Alî Derelî dibêje ku bavê wî ji malê 40 metroyan dûr, ji alîye leşkerên Tirk ve hatiye kuştin.

“Şeva Şemîyê bavê min jibo tewilkirina hespên xwe ji nava gund derket û piştî demekê dengê guleyan hat. Tevî hemî astengîyên leşkeran, me xwe gihande cîhê bûyerê û me dît ku bavê min û hespên wî hatine kuştin.”

Derelî got ku termê bavê wî nêzî 6 saetan li erdê ma û ew hîn jî sedema kuştina wî nizane.

Piştî bûyerê leşkeran termê Derelî rakir Tiba Edlî ya Colemergê û di encama otopsîyê de derket holê ku ew bi guleyan hatîye kuştin.

Termê Derelî li gundê Awyanê hat binax kirin.

Ji alîyê din roja Yekşemê li heman Nahîye li ser sînorê Tirkîyê û Îranê kolbera bi navê Mîsleh Kasimî hatiye kuştin û birayê wê Mislim Kasimî jî birîndar bûye.

Li gor Ajansa Mezopotamya (MA) yê, xizmê Kasimî Kemal Alîzade dibêje ku herdu xuşk û bira piştî barê xwe ji sînorê Tirkîyê derbaz dikin, ji alîyê leşkerên Tirk ve hatine gule barandin.

Alîzade dîyar dike di encama bûyerê de Mîslehî Kasimî bi du gule yan hatiye kuştin û birayê wê Kasimî jî niha li Nexweşxaneya Colemêrgê tê derman kirin.

Walîtîya Colemêrgê tenê ser kuştina Derelî daxuyanî da û got ku leşkerên wan ev demek liser sînor dijî qaçaxçîyan operasyon dabûn destpê kirin.

Di berdevamîyê de hat dîyar kirin ku Derelî dema ji leşkeran direvî, hatiye kuştin û li ser wî 10 kîloyên madên hişbir hatine destxistin.

AA_02_11_20_Gever_Gundî_Kolber
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:34 0:00

XS
SM
MD
LG