Wezîra Navxweyî ya Almanya Nany Faeser got ku wan çalakîyên Hamas û Tora Hevkarîyê ya jibo Dîlên Filîstînî, ku bi navê Samidoun tê zanîn, qedexe kirine.
Faeser dîyar kir ku ew li welatê xwe antîsemîtîzmê naxwazin û ewê dijî wê li gor hiqûqê tevbigerin.
Wê ser Hamasê got ku rêxistineke terorê ye ku dixwaze Îsraîlê hilweşîne û dîyar kir ku Samidoun jî wek toreke hevkarîyê xuya dike lê propagandaya antîsemîtmîzê dike.
Alîgirên Samidounê piştî êrîşên Hamasê yên 7’ê Cotmehê li Neukolln ya Berlînê şêrînî belav kirikbûn li seranserê Almanya hatibûn nas kirin.
Îstixbarata Almanay dîyar dike ku Samidoun di rojên dawî de piranîya çalakîyên ser piştgirîya jibo Hamasê bi rêve dibe.
Serokwezîrê Almanya Olaf Scholz pîrozbahîya piştî êrîşên Hamasê şermezar kiribû û gotibû ku ewê çalakîyên Samidoun û Hamasê qedexe bikin.
Hamas ji 2001’ê vir ve li temamê Yekîtîya Ewrupa (YE) wek rêxistineke terorê tê dîtin û ew nikare li Almanya bi serbestî tevbigere.
Bi qanûnên sala 2021’ê karanîna sembol û alên Hamasê jî hatin qedexe kirin.
Li gor raporên îstixbaratê, li Almanya bi qasî 450 kes piştgirîya Hamasê dikin ku piranîya wan hemwelatî ne.
Jêder: VOA, Reuters