Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tîrêj: Pirsa Yekem Dadgehkirina Gunehkarekî Daişê Li Almaniya


Bo yekem car dadgeheka Almaniya çekdarekî Daişê bi zindankirina hetahetayê ceza kir, liser tevlibûna wî di kirdarên jenosayda Êzîdîyan de, piştî êrîşa li ser Şengalê di sala 2014 de.

Ev yekem dadgehe ku li Almaniya bête kirin tevî ku nêzîkî 30 dozên din dijî gunehbarên Daişê hene.

Dawod Şêx Cûndi
Dawod Şêx Cûndi

Biryarê dilxoşyeka mezin li cem qurbaniyan û malbatên wan peyda kir, lê ne li astê daxwaz û hivîyên Êzidiyan.

Tevaya qurbaniyên Daişê û bi taybet Êzîdî dixwazin civaka navnetewî digel hikûmeta Îraqê û ya Herêma Kurdistanê pitir xema doza wan bixwin û bizavên xurtir bikin bo şandina pirsa jenosayda Êzîdîyan bo Dadgeha Tawanên Navnetewî û vegerana wan bo ser mal û warê xwe. Ew herwesa daxwaza qerebûyan û çereserîya rewa bo doza wan dikin.

Erê dadgehkirina gunehkarekî Daişê wê dergehê Dadgeha Tawanên Navnetewî veke?

Aya pêngavên qerebûkirin a qurbaniyan digehe encemaka berçav?

Aya çima Şengal boye navendeka hevrikîyan di navbera hêzên Îraqê û yên Herêma Kurdistanê de?

Bernamê Tîrêj pitir li ser vê mijarê di gel birêz Dawod Şêx Cûndî, endamê berê yê Encûmena Parêzgeha Nînewa û herwesa bi beşdarîya peyamnêrê Dengê Amerîka Kawe Omer ji Mûsilê rawesta.

Tirêj #132
please wait

No media source currently available

0:00 0:28:16 0:00


XS
SM
MD
LG