Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Derve yê Almanya ji bo Girjiyên Herêmê li Îraqê ye


Wezîrê derve yê Almanya Heiko Maas
Wezîrê derve yê Almanya Heiko Maas

Wezîrê derve yê Almanya Heiko Maas îro Şemiyê gihîşte Îraqê di çarçoweya geşteke berferehtir de bo Rojhilata Navîn di hewleke kêmkirina girjiyên di navbera Îranê û Amerîka de.

Di daxuyaniyekê de, nivîsîngeha Maas got welatên Ewrupî pêwîste nêzîkî herêmê bibin di demekê de ku xem li wir derdikevin pêş, piştî tevgera hêzên deryayî yên Amerîka li kendava Farisî.

Nivîsîngeha wî got:

“Em nikarin tenê banga diyalogê bikin; divê em jê re kar bikin, bi taybetî dema nakokî gelekî kûr bin. Metrisiya hesabên ne durist û tênegihiştinê û dijminahiyan li herêmeke lihevketî dibe ku encamên ne pêşbîn derxe pêş.”

Peyvdarê wezareta derve ya Îraqê Ehmed Sehaf got şandiyê Almanî li gel serokê Îraqê, serokwezîr û wezîrê derve kom dibe ji bo gotûbêjkirina ewlekariya herêmê û pêwendiyên herdû welatan û her wiha weberhênanê.

XS
SM
MD
LG