Serokwezîrê Almanya Olaf Scholz hişyarî da ku kes û rêxistinên ku jibo piştgirîya Hamasê protestoyên li dar dixin, dikarin ceza bistînin.
Scholz got ku ewê şewitandina alên Îsraîlê û xwepêşandanên ku kuştina sîvîlan erê dikin, wek tawan bihesibînin.
Scholz dîyar kir ku ew dikarin xebatên tora Samidoun ya hevgirtina Filîstînîyan ku jibo piştgirîya Hamasê pêk tîne, qedexe bikin.
Samidoun tê tawanbar kirin ku wê ser kuştina sîvîlên Îsraîlî şekir belav kirine.
Serokwezîrê Almanya Scholz li parlamana welêt got ku kiryarên wisa dijî mirovahîyê ne.
Scholz dîyar kir ku wan hemî çalakîyên jibo piştgirîya Hamasê qedexe kirine.
Hamas li Almanya wek rêxistineke terorî tê dîtin û li vî welatî sazîyên sîvîl yên wê rêxistinê tunene.
Jêder: Reuters