Heta roja Înê,10ê meha Nîsanê, virusa korona nêzîkî120,000 kes li Almanya vegirtin lê hevber digel weltên dî yîn Ewrupî weka Îtalya, Spanya û Fransa rêjeya mirina bi sedemê virusê kêm bû.
Dr.Derwêş Tealo, rêveberê navendê tenduristî yê Vamed Clinic li Hanover, Almanya gote Dengê Amerîka, sîstemê xwegirtiyê saxlemiyê sedemê kêmbûna jimara qurbaniyên Virusa Korona ye li Almanya.
Tealo got jî, Almanya baş amadebû û nexweşxaneyan têra nexweşan dezgeh û kerestên pêtivî hebûn.