Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Almanya Alîkarîya jibo Mexdûrên Erdhejê li Tirkîye û Sûrîyê Zêdetir Dike


Annalena Baerbock li herêmên erdhejê li Tirkîyê (Arşîv)
Annalena Baerbock li herêmên erdhejê li Tirkîyê (Arşîv)

Wezîra Derve ya Almanya Annalena Baerbock îro Duşemê ragihand ku ewê alîkarîya ji herêmên erdhejê yên li Tirkîye û Sûrîyê du car zêde bikin û bikin 23 mîlyon Euro.

Baerbock, di civîna piştgirî ya Yekîtîya Ewrupa ya bi mêvandarîya Swêdê de, li Brukselê got ku ew piştgirîya xwe ya jibo mexdûrên erdhejê yên li Tirkîye û Sûrîyeyê dikin 240 mîlyon euro.

Wezareta Derve ya Almanya ragihand ku heta niha 108 mîlyon euro alîkarî ji ji mexdûrên erdhejê re hatiye şandin û Berlînê di Konferansa Piştevanîya Navnetewî de soza 130 mîlyon euro alîkarîyî were dayîn.

Komîsyona Yekîtîya Ewrupa jî ragihand ku jibo jinûve avakirina cîhên ku di erdhejê de hilweşîne, ewê yek mîlyar euro piştgirî bide Tirkîyê.

Seroka Komîsyonê Ursula von der Leyen da zanîn ku ewê jibo Sûrîyê jî bi nirxê 108 mîlyon euroyan alîkarîya mirovahî bişînin.

XS
SM
MD
LG