Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Almanya Dibêje Ewê Toleyên Dijî Îranê Bidomîne


Annalena Baerbock
Annalena Baerbock

Wezîra Derve ya Almanya Annalena Baerbock got ku Yekîtîya Ewrupa (YE) hazirî dike ku dijî Îranê toleyên nû ragihîne.

Baerbock da zanîn ku ew toleyên nû dê bi taybetî dijî Pasdarên Şoreşê bin.

‘’Bi vê paketa toleyan armanca me ew kes in ku dijî însanên bêguneh tundûtûjî karanîne. Ew kesên ku tundûtûjî karanîne bi taybetî Padarên Şoreşê ne ku hewil didin bi hemwelatîyan bitirsînin.”

Brîtanya jî do Duşemê dabû zanîn ku kiryarên Îranê yên dijî xwenîşanderan nayên qebûl kirin lom ewê toleyên dijî Tehranê bidomînin.

Îran di rojên dawî de bi sêdarekirina xwenîşanderan di rojeva cîhanê de ye ku heta niha 2 xwenîşander darve kirine ku yek ji wan do Duşemê bû.

XS
SM
MD
LG