Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karbidestên Almanî li Cîhên Girêdayî Hamas û Samidun Lêgerîn Kirin


Polîsên Almanî li pêş avahîyeke Filîstînî li Berlînê
Polîsên Almanî li pêş avahîyeke Filîstînî li Berlînê

Wezareta Navxweyî ya Almanya bi daxuyanîyekê ragihand ku karbidestên Alman ser qedexeyên dijî Hamas û Samidun ya pişgirîya Filîstînê dike li 15 navendan lêgerîn kirine.

Wê wezaretê dîyar kir ku lêgerînan li 4 eyaletên Almanya serê sibê di saet 06:00 de destpê kirine û armanca wan paqijkirina wan karan e ku girêdayî Hamas û Samidunê ne.

Wezîra Navxweyî ya Almanya Nacny Faeser dîyar kir ku ew ew helwesta xwe ya bi biryar ya dijî Îslamîyên tundrê didomînin.

Faeser got ku ew bi qedexeyên dijî Hamas û Samidunê helwesta xwe nîşan didin.

‘’Me li Almanya bi qedexeyên dijî Hamas û Samidunê raber kir ku em nikarin bi awayekî nerm li piştgirîya jibo terora tund ya Hamasê ya dijî Îsraîlê binêrin’’

Almanya dide zanîn ku li welêt bi qasî 450 endamên Hamasê hene ku ew jib rêxistinê ji propaganda heta komkirina diravan karên cur bi cur dimeşînin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG