Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gera Şeşan ya Civîna Astana di 14'ê Îlonê de Destpê Dike


Gera şeşan ya Cîvînên Astana, ku jibo rawestandina şerê navxweyî yê li Sûrîyê tê li dar xistin, di 14-15'ê Îlonê de pêk tê.

Wezareta Derve ya Qazaqistanê bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku ewê Rûsya, Îran û Tirkîye kiryarên hêzên kontrolê yên li herêmên ewle binirxînin.

Herwiha herêmên ewlê yên ku dê li Îdlib, Humus û Gutaya Rojhilat werin ragihandin ewê werin axaftin.

Ji alîyê din ve, Nûnerê Taybet yê bo Sûrîyê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Staffan de Mistura dîyar kir ku ew di destpêka dawîya cengê de ne.

De Mistura ji BBC'ê re da zanîn ku ew li bendê ne ku Dêrezor, ji alîyê rejîm ya bi piştgirîya Rûsya, di serê Cotmehê de ji DAIŞ'ê were sitandin û piştî wê rojên dîrokî destpê bikin.

Nûnerê NY'ê da zanîn ku ew bawer dike ku Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) ya bi piştgirîya Amerîka jî di heman demê de, Reqa ji destê DAIŞ'ê bistîne.

De Mistura dîyar kir ku ew hewil didin ku ne tenê pevçûnan, lê cengê bi temamî rawestînin.

XS
SM
MD
LG