Sitêrkê efsaneyî yê Hollywoodê Gene Hackman û hevjîna wî Betsy Arakawa li mala xwe ya li bajarê Santa Fe ya eyaleta New Meksîko mirî hatin dîtin.
Ofîsa polîsan ya Santa Fe ragihand ku Hackman ku 95 salî bû bi hevjîna xwe Arakawa ya 64 salî re, tevî kûçikê xwe mirî hatin dîtin.
Di daxuyanîya polîsan de hat gotin ku Hackman û Arakawa roja Çarşemê piştî nîvro mirî hatin dîtin.
"Nîşane tuneye ku di mirina wan de egereke xirab heye, lê sedema rastîn ya mirinê hin ne zelal e. Lê, vekolîneke aktîf ji hêla Ofîsa Şerîf ya bajarê Santa Fe ve didome," daxuyanîya karbidestan wê got.
Lîstikvanê karakterên xurt Hackman di karê pirtir ji 60 salan de du xelatên Oscar, sê Golden Globes û di 2003an de Xelata Cecil B. DeMille wergirtibûn.
Jêder: Reuters