Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sê Gemîyên Din yên Genim ji Ukrayna bi Rê Ketin


Ajansa nûçeyan ya Reutersê îro Înê ragihand ku sê gemîyên din yên dexil barkirî ji bendergehên Ukrayna bi rê ketine.

Reutersê da zanîn ku du gemî ji Chornomorskê, gemîye jî ji Odesa derketiye rê.

Di gemîyan de, ku bi peymana Rûsya û Ukrayna bi rê ketine, bi qasî 58,000 ton garis heye.

Wezareta Berevanî ya Tirkîyê ragihand ku barê gemîya Navistar, ku bi alaya Panama ji Odesa bir rê ketiye, 33 ton garis e.

Wê wezaretê da zanîn ku ew dê gemîyê ji Navenda Kordînasyonê ya Hevbeş ya li Stenbolê bişopînin.

Gemîyê duyê ya bi navê Rojen bi alaya Malta bi 13,000 ton garis ber bi Brîtanya bi rê ketiye.

Ji gemîyan, Polarnet ya bi alaya Tirk jî bi 12,000 ton garis ber bi Tirkîyê ve li ser rê ye.

Şerê Rûsya û Ukrayan di dawîya Sibatê re destpê kir û ji wê çaxê vir ve gemîyên dexilê cara pêşî vê hefteyê bi rê ketin.

XS
SM
MD
LG