Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Misir Dibêje Navbera Mirovahî ya Navbera Îsraîl û Hamasê Dikare Dirêjtir Be


Karbidestekî payebilind yê Misirî îro Duşemê got ku Misir û Qeter nêzîkî rêketinekê bûne jibo dirêjkirina agirbesta navbera hêzên Îsraîlî û Hamasê li Gazayê bo du rojan.

Diaa Reşwan, serokê Dezgeha Agahdarî ya Dewletê ya Misirê (SIS) got ku dirêjkirin wê azadkirina 20 dîlên Îsraîlî ji bihewîne.

“Beramber wê yekê 60 girtîyên Filîstînî yên li girtîgehên Îsraîlê wê werin azad kirin û agirbest wê şeva Duşemê bi dawî bibe. Bi berdana 11 dîlên Îsraîlî roja Duşemê, danûstandinên jibo azadkirina 33 Filîstînîyan jî berdewam in.

Karbidestên Misirî demeke zûtir ya îro Duşemê gotibû ku Îsraîl û milîtanên Filîstînî Hamas li dor lîsteyên rehîneyên Îsraîlî û girtîyên Filîstînîyên ku Duşemê tên berdan bi xem in.

Berpirsê ku nexwest navê xwe eşkere bike ji Reutersê re got ku navbeynkarên Qeterê bi Îsraîl û Hamasê re dixebitin ku pirsgirêkan çareser bikin û bihevguhertin dereng nemînin.

Hamasê got ew dixwaze navbera mirivahîyê dirêj bike û Îsraîlê jî berê pêşnîyar kiribû ku jibo azadkirina her 10 dîlên din ewê agirbestê rojekê zêde bike û her carê sê qat girtiyên Filîstînî berde.

Kesê berpirs derbarê mijarê da got ku di lîsteyên îro de pirsgirêkeke sivik heye û Qeterî bi her du alîyan re jibo çareserkirina wê dixebitin.

Îsraîl berê gotibû ku wê di şevekê de lîsta dawî ya rehîneyan ku jibo berdanê hatine amade kirin wergirtiye.

Ofîsa Serokwezîr Benjamin Netanyahu ragihand ku pêdeçûna ser lîste didome ewê dema guncaw bêtir agahîyan bide.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG