Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşên Îsraîlê de 20 Filîstînî Hatine Kuştin


Dîmenek ji bajarokê Beyt Lehîye li bakurê Kerta Gazayê, di dema operasyona leşkerî ya Îsraîlê de, 18 Berfenbar, 2024.
Dîmenek ji bajarokê Beyt Lehîye li bakurê Kerta Gazayê, di dema operasyona leşkerî ya Îsraîlê de, 18 Berfenbar, 2024.

Karmendên saxlemîyê ragihand ku di êrîşeke esmanî ya Îsraîlê de li malekê li bajarokê Beyt Lehîye herî kêm 10 Filîstînî û di êrîşên esmanî yên cuda de li kempa Nuseyrat li deverên navendî yên Gaza, û Refahê jî 6 Filîstînî hatine kuştin.

Li Beyt Hanûna li bakurê Kerta Gazayê jî, karmendên saxlemîyê gotin ku di êrîşa esmanî ya li ser malekê de 4 Filîstînî ahtine kuştin.

Artêşa Îsraîlê heya niha di derbarê bûyeran de ti daxuyanî nedaye.

Artêşa Îsraîlê ji Cotmehê ve li bajarokên Beyt Hanûn, Beyt Lehîye û li kampa Cebelîye operasyonên leşkerî dike, ku dibêje armanc rê li ber girtina kombûna çekdarên Hamasê ye.

Fîlîstînî Îsraîlê bi kiryarên "paqijkirina etnîkî" tawanbar dikin, bi armanca valakirina heremên bakur yên Kerta Gaaza da ku herêmek tampon ava bikin. Îsraîl vê yekê red dike.

Roja Çarşemê, artêşa Îsraîlê got ku wê jimareke mîlîtanên Hamasê yên ku plana êrîşeke dijî hêzên Îsraîlî yên li Cebelîye dikirin, xistiye.

Hamas jimara kuştî û birîndarên xwe eşkere nake.

Piştî vê ragihandinê, Mihemed Salih, berpirsê nexweşxaneya El-Ewda li Cebelîye dîyar kir ku jiber topbarana Îsraîlê 7 karmendên saxlemîyê û nexweşek di hundurê nexweşxaneyê de birîndar bûne û herwiha derdora nexweşxanê jî zarar dîtîye.

Artêşa Îsraîlê di derbarê ragihandina bûyeran Salih de ti daxuyanî nedaye.

Li kampa Bureij ya Gaza Navendî, malbatên Filîstînî dest bi terikandina hin hereman kirin, piştî artêşa Îsraîlê ji ser X’ê ,bi peyamên nivîskî û dengî fermanên nû yên valakirinê şandin rûniştvanên wir, bi sedema avêtina roketên nû ji hêla mîlîtanên Hamasê ji heremê.

Danûstandinên Jibo Peymaneke Agirbestê Didomin
Navbeynkarên Amerîka, Misir û Qatarê, jibo pêşdebirina danûstandinên ser peymanek agirbestê ya di navbera Îsraîl û Hamasê de, di van rojên dawî de hewlên xwe zêde kirine ,

Karbidestekî Filîstînî yê nêzî danûstandinan roja Çarşemê got ku navbeynkaran piranîya hevbîrnebûnên ser bendên peymanê de kêm kirine.

Wî got ku Îsraîl hin şertên ku Hamas red kirine anîne rojeva danûstandinan, lê hûrgilî neda.

Roja Sêşemê, jêderên nêzî danûstandinên li Qahîre, paytexta Misrê, got ku dibe ku di rojên pêş de, di berdêla girtîyên Filistînî yên di destê Îsraîlê de û berdana dîlên di destê Hamasê de, peymanek agirbestê were îmza kirin.

Serokê Îsraîlê Îshaq Herzog li Orşelîmê bi nûnerê serokê hilbijartî yê Amerîka Donald Trump, Adam Boehler re hevdîtin kir.

Berpirsê CIA William Burns roja Çarşemê divya serdana Dohayê bikira da ku bi serokwezîrê Qeterê Şêx Mihemed bin Ebdulrehman El Sanî re rewşa dawî ya di danûstandinên peymanê gotûbêj bike, jêderan got.

Lê, CIA red kir ku ser vê mijarê daxuyanî bide.

Şerê li Gaza bi êrîşa bi pêşengîya Hamasê ya li başûrê Îsraîlê di 7’ê Cotmeha 2023’an de destpê kir; ku 1200 kes hatin kuştin û zêdetirî 250 kes wek dîl hatin revandin.

Di êrîşên Îsraîlê de heya niha zêdetirî 45 hezar Filîstînî hatine kuştin, li gor wezareta saxlemîyê ya Gaza.

Neteweyên Yekbûyî (NY) rave dike ku piranîya şênîya 2.3 mîlyonî ya li Kerta Gaza jiber êrîşên Îsraîlê ji cih û warên xwe bûne û gelemperîya heremê wêran bûye.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG