Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Gaza di Êrîşên Cuda de 37 Kes Hatin Kuştin


Êrîşên Îsraîlê yên Ser Kerta Gazayê
Êrîşên Îsraîlê yên Ser Kerta Gazayê

Di êrîşên esmanî yên Îsraîlê yên roja Pêncşemê de, herî kêm 37 Filîstînî li seranserî Kerta Gazayê hatine kuştin, karmendên saxlemîyê ragihandin.

Hat ragihand ku di êrîşêke de konekî malbatên ji cîhwarkirî li herema El-Mawasî hatiye xistin, ku 11 kes, tevî jin û zarokan, hatine kuştin.

Wezareta navxweyî ya Gazayê ku Hamas kontrol dike got ku rêvebirê giştî yê polîsê Gazayê Mehmûd Selah û alîkarê wî Husam Şahwan di êrîşekê Îsraîlê de hatine kuştin.

Artêşa Îsraîlê eşkere kir ku wê li El-Mawasî, li rojavayê bajarê Xan Yunis êrîşeke îstixbaratî, pêk anîye û Şahwan ji nav biriye; ku wek serokê hêzên ewlekarî yên Hamasê li başûrê Gazayê binav kir. Lê, behsa kuştina Selah nekir.

Di êrîşên din yên Îsraîlê yên roja Pêncşemê de, herî kêm 26 Filîstînî hatine kuştin, ji wan 6 li avahîya wezareta navxweyî li Xan Yunis û yên din li kempa penaberan ya Cebelîa, kempa Şatî (Berav) û kempa Mexazî ya navendî ya li Gazayê.

Artêşa Îsraîlê got ku wê milîtanên Hamasê yên ku îstîxbarat nîşan didin ku di navendeke fermandarî û kontrolê de "di hundirê avahiya şaredariya Xan Yunisê bi cih bûne" kirine armanc.

Artêşê Îsraîlê, li Gaza mîlîtanên Hamasê bi karanîna heremên niştecihbûnê jibo veşartinê tawanbar dike. Hamas vê yekê red dike.

Hevbendê piçûk yê Hamasê Cîhada Îslamî got ku wê roja Pêncşemê roket avêtin herema Holit li başûrê Îsraîlê ku nêzî Gaza ye.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku li wê herêmê mûşekek ku ji başûrê Gazayê hatiye avêtin, hatiye têk birin.

Şerê li Gaza Şer bi êrîşa Hemasê ya di 7ê Cotmeha 2023’an de li ser başûrê Îsraîlê dest pêkir û di encamê de 1200 kes hatin kuştin û 251 kesên din jî wek dîl hatin revandin, li gorî daneyên Îsraîlê.

Wezareta Saxlemî ya li Gaza dide zanîn ku di êrîşên Îsraîlê de herî kêm 45 hezar û 500 Filîstînî hatine kuştin û pirtir ji 108 hezar jî birîndar bûne.

Piranîya 2,3 mîlyon niştecîhên Gazayê ji cih û warên xwe bûne û gelemperîya heremê wêran bûye.

Jêder:Reuters

XS
SM
MD
LG