Wezareta Saxlemî ya Gaza îro Pêncşemê ragihand ku ji 7’ê Cotmehê vir ve di êrîşên esmanî de herî kêm 3,785 Filîstînî hatine kuştin 12,493 kes jî birîndar bûne.
Berdevkê wezaretê Eşref El-Qudra bi preskonferansekê dîyar kir ku ji kuştîyan 1,524 zarok in û 1000 jî jin in.
El-Qudra da zanîn ku li Gaza 44 karmendên saxlemîyê hatine kuştin, 4 nexweşxane êdî nikarin xizmetê bidin û li 14 navendên saxlemîyê jî xizmet rawestîne.
Wî dîyar kir ku li nexweşxaneyên Gaza stokên dermanan nemane û bang li bîragiştî ya navneteweyî kir ku alîkarîyan bi awayekî lezgîn bişînin.
Serokê Amerîka Joe Biden dîyar kir ku ewê alîkarî ji derîyê sînor yê Refahê yê Misirê re herin Gaza.
Îsraîlê piştrast kir ku alîkarîyên wek av û dermanan wê di ser Misirê re herin Gaza, lê hîn ne zelal e ku ewê kengî destpê bike.
Serokwezîrê Brîtanya Rishi Sunak îro Pêncşemê li Rojhilata Navîn jibo alîkarîyên mirovî zû herin Gaza danûstandinan bike.
Jêder: Reuters, VOA