Êrîşên esmanî yên Îsraîlê li kerta Xeza, ku bersiva avêtina rokêtekê bûn ji Xeza, îro Şemiyê du kes kuştin.
Ev rûdan pêvajoya dawî ye piştî ragihandina serokê Amerîka ku Waşinton pênasînê bi Orşelîmê wek paytexta Îsraîl dike.
Tevgera Hemas got du çekdarên wê di êrîşan de hatin kuştin.
Daxuyaniyeka leşkerê Îsraîlê got êrîşan bingeheka leşkerî û kargeheka çekan kirin armanc.
Doh Înê, li seranserî cîhana misilman xwepêşandanên mezin ên dijî Amerîka birêveçûn piştî biryara Trump, di nav de jî xwepêşandanên kerta Xeza ku di encamê de Filisîniyekî sî salî bi navê Mehmûd el-Mesrî hat kuştin di pevçûnên navbera xwepêşanderan û hêzên ewlekariya Îsraîlê de.
Xwepêşandan doh Înê her wiha li Îraqê, Urdunê, Pakistanê, Libnan, Malîzya û Îndonîsya birêveçûn.