Ajansa nûçeyan ya JinNews ku navenda wê li Tirkîyê ye, di 25’ê Mijdarê de dîmenên Garîbe Gezer weşand ku ji alîyê nobedarên girtîgehê ve rastî îşkence û lêdanê tê.
Di nûçeya Jinnews de tê ragihandin ku êşkenceya ku li girtîgehê li Gezer hatiye kirin, di tomarên kamerayê de cîh girtîye û ajansê ew dîmen bi dest xistine.
Di dîmenan de xuya dibin ku Gezer ji alîyê jimareke nobedar û karmendên girtîgehê ve li erdê tê kaş kirin û ew dema li erdê ye diqîre, hawaran dike.
Girtîya sîyasî ya Kurd Gezer di 9’ê Berfanbara 2021’an de li Girtîgeha Kandira Jimara 1 ya Tîpa F yê de jiyana xwe ji dest dabû.
Revebirîya Girtîgeha Kandira malbata Gezer agahdar kirib û îdia kiribû ku wê xwe kuştiye, lê malbat û parêzerên wê ragihand ku ew jiber kiryarên xirab, êrîşa zayendî û êşkenceya bi rêkûpêk can daye.
Eren Keskîn, yek ji parêzerên Gezer di 9’ê Berfanbara 2021’an de mirina wê ji ser Twitterê ragihandibû.
“Garibe li hucreya yek kesî dihat girtin. Mirovek etenê li hucreyê de çawa dikare xwe bi darve bike?” Keskîn li ser Twitterê pirsîbû.
Keskîn ji Dengê Amerîka re got ku dîmenên ku Jinnews belav kirine, di nava delîlên doza Gezerê bûne û piştî şewira bi malbata wê re bi ajansê re hatiye parve kirin.
Keskîn got ku bi dîmenan wan xwestiye êşkencekirina Gezerê ku bi bîragiştî re parve bikin û rastîyan bînin ber çevan.
Keskin got ku destûr nehatibû dayîn ku ew wek parêzerên Gezerê bikevin karên otopsîyê û ew jî gumanên ser mirina wê zêde kirine.
Gezer di 2016’an de bi îdiaya tawanên terorê hatibû girtin, dema ku ew li bajarokê Kerboran (Dargeçît) Mêrdînê wek yek ji revebirên Partîya Herêmên Demokratîk (DBP) bû.
Gezer di Gulana 2021’an de ji malbat û parezên xwe re gotibû ku ew li girtîgehê rastî êrîşên tund û destdirêjîya seksî tê. Wê ji tora nûçeyan Bianet û JinNewsê re name şandibû û behsa heman tiştan kiribû.
Parêzer Keskîn bi bîr xist ku di Cotmeha 2021’an de wê li ser navê Gezer gilîya xebatkarên girtîgehê kir û behsa êşkenceya giran û destdirêjîya seksî ya dijî Gezerê kir.
"Dozgerîyê ti gav neavêt û piştî mirina Gezer jî biryar da ku ti hewceyê lêpirsînê tuneye. Me niha dijî vê biryarê serî li Dageha Qanûna Bingehîn ya Tirkîyê daye, lê heya niha ti encam derneketiye."
Komela Mafên Mirovan (ÎHD) û Eren Keskînê gelek caran derbarê mijarê de daxuyanî dabû û xwestibû ku doz li rêveber û karmendên girtîgehê vebe.
Di Mijdara 2021’an de, 22 parlamenterên jin yên Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) ser îdayên êşkencekirin û êrîşên zayendî yên dijî Gezerê, daxwaznameyek pêşkeşî parlementoya Tirk kiribû, lê tevî van hewldanan jî lêpirsîn nehat vekirin.
Parlamentera HDP’ê Meral Daniş Beştaş di 9’ê Rêbendanê de li parlementoya Tirkîyê ser mirina Gezer axifî. Beştaş îro ji Dengê Amerîka re dîyar kir ku bi dîmenan hatiye piştrast kirin ku sedema mirina Gezer ne xwekujî ye.
"Bila bîragiştî, piştî wan dîmenan bifikre ku li hucreyeke çi hatye serl Garîbe Gezer. Ev ne xwekujî ye, ev mirineke bi guman e."
Beştaş ragihand ku Revebirîya Giştî ya Girtîgehan û Wezareta Dadê tevî dozgerên ku berîya niha li ser îdiayên êşkence, destdirêjî û tecawizê lêkolîn nekirin, hewl didin ku berpirsê mirina Gezer veşêrin.
"Tevî ku jina ciwan ya Kurd Gezer ragihandibû ku li girtîgehê rastî tecawizê hatiye, rastî tundiyê hatiye, lê dozgerî û dadwerîya cezayê wê ti gav neavêtin. Wan destûr da mirina Gezer. Ger Wezareta Dadê ser îdiayan lêkolîn bikira, wê Gezer hîn sax bûya," Beştaş bi berdewamî got.
Dozgerîya Kandira, jiber givaştinên civaka sivîl di 15’ê Berfanbara 2021'an de ragihand ku ser mirina Garîbe Gezer wê lêpirsîneke veşartî were kirin.
Çar parêzerên Gezer, di 24’ê Mijdarê de bi preskonferansekê ragihand ku doza hatibû vekirin tam piştî 11 mehan bi dawî bûye.
Wan da zanîn ku Serdozgerîya Komarê ya Kandira bi sedema ku "delîl kêm in" biryar daye ku pedivî bi lêpirsînekê tuneye.
Parêzerên Gezerê eşkere kir ku ewê heta dawîyê dozê bişopînin û serî li Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrupa (ECHR) bidin.
Parlemementara HDP’ê Beştaş jî dîyar kir ku biryara Serdozgerîya Kandira careke din sîstema bêcezakirinê ya dadwerîya Tirk dide ber çavan.
Hevseroka ÎHD’ê Keskîn ku di heman demê de parêzera Gezer e, bal dikşîne ku nezî ji sedî sed girtîyên sîyasî Kurd in û niha li Tirkîyê dijî wan kiryarên wek êşkenceyên giran tên kirin û eciqandina ser jinên girtî pirtir û tundtir in.
Keskîn herwiha bi bîr tîne ku hin girtîyên nexweş rûbirûyê mirinê ne û ew tenê bi raportên Sazîya Bijîşkî ya Tirkîyê (ATK) têne berdan.
"Lê, ATK pir caran raporta nexweşîyê nade û dibêje ku ew girtîyên pir nexweş dikarin li girtîhan bimînin. Tevî daxuyanî, raport û bangên rexistinên mafên mirovan, dermankirina girtîyên nexweş jî tê asteng kirin û karbidestên Tirk bo başkirina şert û mercan ti tiştî nakin."