Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gaffur Ohanyan: Ku Jenosîda Ermenîyan Zûtir Hatiba Naskirin ya Cihuyan Çênedibû


Ermenîyên Amedê
Ermenîyên Amedê

Parlemana Almanî bi têkraya partîyên sîyasî kuştinkarîya Ermenîyan bi destê Osmanlîyan berî 100 salan wek jenosîd nas dike.

Ev biryar bûye sedemê torebûna hikûmeta Tirkîyê û serokwezîr dibêje biryara vê demê hestîyar wê peywendîyên her du welatan dane ber taqîkirinê. Tirkîyê kêşeya penaberên Sûrî û Îraqî wek çek li dijî Ewrupîyan bi kar tîne.

Di hevpeyvîna Dengê Amerîka de, rêvebirê Weqfa Ermenîyan li Amedê, Gafur Ohanyan got, çi peywendî di navbera pirsa penaberan û jenosîda Ermenîyan de tuneye.

“Biryara parlemana Almanî însanî bû. Kesên ku jenosîda Ermenîyan û kêşeya penaberan bi hevre girê didin, karekî neexlaqî dikin.”

Ohanyan îdia kir ku eger jenosîda Ermenîyan zûtir hatiba naskirin hîngê ya Cihuyan nedibû.

Perlemanê Elamnî û Cînosîda Ermeniyan
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:37 0:00

XS
SM
MD
LG