Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberên G7 Daxwaza Mayîna Brîtanya di Nav Yekîtîya Ewrupa Dikin


Rêberên koma G7 îro di hilcivînekê de li Japonya got, eger hilbijerên Britanî di referanduma mehê were de biryara derketina ji Yekîtîya Ewrupa bidin, îhtîmal e bandora wê li ser aborîya cîhanî pir xirab be.

Tevî ku mijara referanduma Brîtanya ne di rojeva fermî ya hilcivînê de bû, jêderên beşdar dibêjin ku referendum bi berfirehî tê nîqaş kirin.

Serokwezîra Almanya Angela Merkel pitî civîne li ser mijarê peyîvî û hêvî kir ku Brîtanya di nav yekîtîyê de bimîne.

“Ev hilcivîn peyamekê dişîne ku em gîş hêvî dikin ku Brîtanya Mezin wek endama Yekîtîya Ewrupa bimîne, lê em dizanin ku biryara dawî ya gelê Britanî ye,” Merkel got.

Serokê Amerîka Barack Obama jî meha borî bang li hilbijêrên Britanî kiribû ku di nav Yekîtîya Ewrupa de bimînin.

XS
SM
MD
LG