Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi Pêşengiya Washington, G7 li Ser Planeke Mezin ya Alîkariyê jibo Ukrayna Gotûbêjan Dike


Alayên welatên G7 +EU
Alayên welatên G7 +EU

Li gorî ajansa "Bloomberg" a Amerîkî, welatên Koma Heftan (G7) gotûbêjan li ser pakêtek alîkariyê ya mezin ji bo Ukraynayê dikin ku bi qasî 50 milyar dolar e, ku tê pêşniyar kirin ku ji dahatên ji samanên cemidandî yên Rûsyayê were fînanse kirin.

Ajansê ji zarê kesên ku bi derbarê pêşplanê agahdar in got, "Amerîka hewil dide ku li ser bikaranîna sermayê Rûsî yê cemidandî bigihêje rêkeftinekê dema ku lîder di Hezîrana dahtî de li Îtalyayê bicivin", û da zanîn ku "gotûbêjên li ser wê mijarê dijwar in, û jibo gihîştina encama dawî dibe ku bi mehan dom bike."

Welatên G7 bi qasî 280 mîlyar dolar (301,6 mîlyar dolar) malên Banka Navendî ya Rûsyayê cemidandin, wekî bersivek li hember dagirkirina wê ya Ukraynayê di Sibata 2022'an de, ku piraniya van samanan bi riya companya "Euroclear" ya ku bingeha wê Belçîkayê li weke "Bloomberg" radigihîne.

Nêzîkî 159 mîlyar euro (171,3 mîlyar dolar) sermayeyên rûsî yên cemiddandî heta 15ê Sibata borî de qezenca wê sermayê li gorî encamên darayî yên çaryeka yekem a Euroclear, giha bû 557 mîlyon euro (601 mîlyon dolar)an.

Eger ku G7 bigihîje encamekê û gotûbêj serbigirin dê ew pere û sermayê cemidandî yê Rûyayê weke alîkarî pêşkeşî Ukrayna wer kirin.

XS
SM
MD
LG