Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yekîtiya Afrîqî Tevlî Grûpa 20 Ya Aboriyên Pêşketî Yên Cîhanê Dibe


Yekîtiya Afrîqî roja Şemiyê tevlî grûpa 20 ya aboriyên pêşketî yên Cîhanê bû, û hîşt ku parzemîna afrîqî dengekî bêtir li ser asta navnetewî hebe.

Serokwezîrê Hindistanê yê mêvandar Narendra Modi got ku vê yekê grûpa ku pir caran dabeşkirî bû veguhest bo "G20 ya gel".

Modi di axaftina xwe ya vekirina lûtkeya G20 de got, "Bi erêkirina hemî endaman, ez ji serokê Yekîtiya Afrîkî daxwaz dikim ku cîhê xwe wekî endamekî daîmî yê G20ê bigire."

Modî lûtke wekî gihandina dîplomatîk a Hindistanê binav kir û hewl dide ku welatê wî, yê ku kursiyek daîmî di Encûmena Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî de dixwaze, wekî dengê Başûrê Cîhanê were dîtin.

Yekîtiya Afrîqî 55 endam hene, lê şeş welatên ku di bin desthilatdariya cûntayê de ne niha hatine rawestandin. Hejmara nifûsa wê 1.4 mîlyar in û dahata wê ya navxweyî ya giştî 3 trîlyon dolar e.

G20, 19 welatan û Yekîtiya Ewropî vedihewîne, ku 85% ji dahata cîhanê temsîl dike, û Afrîqaya Başûr yekane dewleta wê ya endam bû ji parzemînê.

Endamtiya Yekîtiya Afrîqî dibe ku di nav encamên herî berbiçav ên lûtkeyê de be, tevî ku Modi hewl dide lihevhatinekê li ser gelek mijarên nakok çêbike, di demekê de ku endamên sereke yên G20 bi giranî li dor şerê Rûsyayê li Ukraynayê û çawaniya rûbirûbûna guhertina keşûhewayê dabeş bûne.

Çavkanî: AFP

XS
SM
MD
LG