Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kurd Şerê Xwe yê Dijî DAIŞê bi Futbolê jî Didomînin


Çend xortên Kurd li Swêdê xwest ku piştgirê bidin xuşk û birayên li Rojava û Başûr ku dijî koma tundrê DAIŞ şerekî mezin didin. Loma jî wan biryar da ku gencên gelek civatan di turnuvayeke futbolê ya bi navê “Kupaya Mezopotamya” de li hev bicivînin û bi wî awayî piştgirîya şerê Kurdan ya dijî grubên tundrê bikin.

Di Kupaya Mezopotamya de 26 tîmên cuda cîh girtin û bilî Kurdan, taqimên Swêdî, Reb, Tirk, Somalî û Afrîqî di kupayê de amade bûn û tîma Kurd Newroz FC kupaya îsal qezenc kir.

Xerîb Guneş, yek ji amadekarên vê calakîya balkêş dibêje, tenê beşdarbna xwepêşandanan ne bes bû, loma wan xwest tiştên nû bikin û bi gîhandina gelek genkan dengê xwe li dijî DAIŞê derxin.

“Kupaya îsal pir serketî bû û alaqayeke mezin hebû û pir temaşevan dihatin maçan. Futbolîstên navdar yên Swêdî jî bi formayên xwe piştgirî dan hewla û ew jî em pir şa kirin,” Guneş di hevpeyvîna me de got.

Wî da zanîn ku di dawîya Kupaya Mezopotamya de wan dora 158,000 kronên Swêdî kom kirin û dan Heysa Sor a Kurdî ku alîkarîya mexdurên DAIŞê bike.

***

Hun dikarin bi lînka jêrîn serdana rûpela taybet ya Kupaya Mezopotamya bikin, fotoyên balkêş bibînin û vîdyoyên piştgirîyê temaşe bikin:

https://www.facebook.com/events/1544661645824672/

***

Hevpeyvin li gel Xerîb Guneş
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:43 0:00

XS
SM
MD
LG