Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Bakur û Rojhilata Sûrîyê Xwepêşandanên Dijî Buhabûna Nirxê Şewitê Didomin


Dîmenek ji xwepêşandanên li bajarê Qamişlo dijî biryara bilindkirina nirxê sotemenîyê.
Dîmenek ji xwepêşandanên li bajarê Qamişlo dijî biryara bilindkirina nirxê sotemenîyê.

Destpêka vê hefteyê Rêvebirîya Xweser ya Bakur û Rojhilata Sûrîyê biryar da tê de nirxê hin cûreyên şewitê bi rêjeya 440% bilind kir.

Tevî ku nirxê sotemenîya germkirinê û çandinîyê wek xwe maye, lê ev biriyar li deverên jêr destê Rêvebirîya Xweser rastî pêleke xwepêşandanên nerazîbûnê hatîye.

Rêvebirîya Xweser dibêje ku 90% ji dahatên wê ji sotemenîyê ne û wekî din ji genim e.

Bi daketina nirxê lîreya Sûrî hember dolarê Amerîkî, têkçûneke mezin gihiştîye budceya Rêvebirîya Xweser. Li alîyê din, çalakvanên ku di nav xwepêşandanên nerazîbûnê de cih digrrin, dibêjin ku ev biryar dê asta hejarîyê zêde bike.

Xwepêşander doza zelabûna budce û dahatên Rêvebirîya Xweser dikin. Hinek jî daxwaza pêkanîna hilbijratinan li deverê dikin.

Dengê Amerîka vê mijarê ligel Cîgira Seroktîya Rêvebirîya Xweser Emîna Osê û rojnamevan Perwer Mîdî û çalakvanê siyasî Şêrwan Îbrahîm.

Mijara Rojê: Buhabûna Nirxê Sotemîyê
please wait

No media source currently available

0:00 0:49:30 0:00
XS
SM
MD
LG